Amnesty daxwaz ji Îranê dike, biryara bidarvekirina Husênpenahî hilweşîn e

Rêxistina Lêborîna Navdewletî - Amnesty International daxwaz ji desthilatdarên Îranê dike, sizaya bidarvekirina li ser çalakvanê siyasî yê Kurd Ramîn Husênpenahî bi zûtirîn dem hilweşîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Lêborîna Navdewletî - Amnesty International daxwaz ji desthilatdarên Îranê dike, sizaya bidarvekirina li ser çalakvanê siyasî yê Kurd Ramîn Husênpenahî bi zûtirîn dem hilweşîn e.

Rêvebirê wê rêxistinê Fîlîp Loter dibêje, neyeksaniyek zêde di proseya dadgehkirina Ramîn de hatiye tomarkirin, û cihê işkenceyê jî, li ser laşê wî diyar e.

Duhî brazayeke Ramîn Husênpenahî bi navê Niştiman, piştî ku hevjînê wê tê girtin, dawiyê bi jiyana xwe tîn e.

Malbata Husênpenahî ji ber çalakiyên wan ên siyasî, heta niha 5 kesên xwe ji dest dan e û çar endamên din yên wê malbatê, di zîndanên Îranê de girtî ne.

 

 

C.B