Amnesty: Cîhan divê liser rewşa rojnamevanan li Tirkiye bêdenge nemîn e

Berpirsê Amnesty ê Ewrûpayê da xuyakirin, Tirkiye li cîhanê bûye mezintirîn zîndana rojnamevanan û bang li cîhanê kir ku, rê nedin kiryarên weha

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Amnesty ê Ewrûpayê da xuyakirin, Tirkiye li cîhanê bûye mezintirîn zîndana rojnamevanan û bang li cîhanê kir ku, rê nedin kiryarên weha.

Berpirsê  Ewrûpayê yê Rêxistina Lêborîna Navnetewî da Guarî Van Gulik,  da xûyakirin, niha Tirkiye ketiye pêvajoya hilbijartinê, jiber vê yekê, ji her demê zêdetir pêdivî bi rojnamevaniya azad heye.

Rojnamevan li Tirkiyê bi wêrekiyeke mezin karên xwe dikin, lê metirsiyek mezin jî, li ser wan e. Divê cîhan fişarê li rayedarên Tirkiyê bike ku, li Tirkiyê hilbijartin nêzîk dibe û ji her demê zêdetir pêwîstiya Tirkiyê bi medya ya azad heye. Lê rojnamevanên wêrek, di nav rewşeke metirsîdar de karên xwe dikin û divê cîhan bi eşkereyî ji rayedarên Tirkiyê re bêje, kiryarên hember rojnamevanan qebûl nakin.

 

 

C.B