Partiyên Kurdistanî bi HDPê re hewla hevpeymaniyê didin

Îro Serokê Partiyên Kurdistanî yên wekî PSK, PAK, PDK, PDK-T û Hareketa Azadî digel Hevseroka HDPê Pervîn Buldanê ji bo hevpeymaniya hilbijartinan kom bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Serokê Partiyên Kurdistanî yên wekî PSK, PAK, PDK, PDK-T û Hareketa Azadî digel Hevseroka HDPê Pervîn Buldanê ji bo hevpeymaniya hilbijartinan kom bûn.

Piştî kombûnê Pervîn Buldan keyfxweşiya xwe ji serdana partiyên Kurdistanî anî ziman û got, daxwazên Partiyên Kurdistanî di heman demê de daxwazên wan yên hevpar in. Ewê ji bo berferehkirina hevpeyamniya Kurdan hewlê bidin û xebatê bikin.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan li pêş deriyê nivîsgeha partiya xwe ji rojnamevanan re got: “Em gelek keyfxweş in ku ev 5 partiyên Kurdistanî serdana partiya me kirin.  Beriya Hilbijartinên 24ê Hezîranê hevpeyminya Kurdan ji bo paşarojê gelek girîng û watedar e. Partiyên Kurdistanî çend daxwaz ji me kirin. Daxwazên wan di heman demê de daxwazên me yên hevpar in. Bêgûman daxwazên wan mirov dikare qebûl bike.”

Got jî: “Emê di zûtirîn dem de bersivekê bidin wan. Berfirehkirina vê hevpaymaniyê ji bo paşaroja Kurdan watedar e. Ji ber vê yekê dê hevdîtinên me berdewam bikin. Ji bo mezintirkirina vê hevpeymaniyê emê hewl bidin û berpirsiyariyên xwe bînin cih.”

Di şanda partiyên Kurdistanî de Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik, Serokê Giştî yê PDK Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emin Kardaş, Serokê Giştî yê PSKê Mesut Tek û Berdevkê Hareketa Azadî Ayetullah Aştî amade bûn.

 

S. B