Berbijarê serokatiya Tirkiyê yê CHPê serdana Demîrtaş dike

Berbijarê CHPê Muharrem Înce, duh li gel hin perlematerên partiyan daxwaza azadkirina Demîrtaş kiribûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Medya Tirkiyê ragihand, ku îro berbijarê serokatiya Tirkiyê yê CHPê Muharrem Înce, wê serdana berbijarê HDPê ji bo serokatiya Tirkiyê Selahadîn Demîrtaş bike.

Muharrem Înce ragihand, ku divê pêvajoya hilbijartina Serokatiyê di çarçoveya wekhevî û azadiyê de, bê encamdan û divê ew pirose dadmendane be.

Înce diyar kir, ku ji ber wan sedemên navhatî, ewê li girtîgehê serdana berbijarê HDPê Selahadîn Demîrtaş û hemû berbijarên serokatiya Tirkiyê yên opozisyonê bike.

Herwiha berbijarê CHPê Muharrem Înce, duh li gel hin perlematerên partiyan daxwaza azadkirina Demîrtaş kiribûn.

N.O