Mogherînî: Yekîtiya Ewropa bi rêkeftina atomî pabend e
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Federîka Mogherînî radigihîne, Yekîtiya Ewropa li ser rêkeftina atomî ya bi Îranê re dimîne û dê hewla parastina wê bide.
Piştî daxuyaniya Serokê Amerîka ya vejişîna ji rêkeftina atomî, Federîka Mogherînî li paytexta Îtalya Romayê got, Yekîtiya Ewropa ji daxuyaniya Serokê Amerîkayê nîgeran e û da zanîn, ku rêkeftina etomî ji bo ewlehiya navçê, Ewropa û tevahiya cîhanê pêwîst e.
Mogherînî got: “Rêkeftina atomî aramanca xwe ya gerentîkirina pêşnexistina programa atomî ya Îranê dike û Yekîtiya Ewropa li ser mana wê rêkeftinê rijd e.”
Mogherînî peyamek arasteyî berpirsên Îranê kir û got: “Rê nedin kesekî vê rêkeftinê hilweşîne. Ev rêkeftin ji encama serkeftineke dîplomasî hatiye encamdan. Emê bi hev re û bi civaka navdewletî re parastina vê rêkeftinê bikin.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva bûrî biryara vekişandina welatê xwe ji rêkeftina atomî li gel Îranê da û ragehand ku, ewê cezayên tund li ser wî welatî bisepînin.
S. B