Amerîka daxwaza fişarên navdewletî li ser Îranê dike

Koşka Sipî: Dema wê yekê ye, ku welatên berpirs dest bi fişaran bikin ji bo reftarên Îranê biguherin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyekê de, Koşka Sipî dibêje: "Dema wê yekê ye, ku welatên berpirs dest bi fişaran bikin ji bo reftarên Îranê biguherin".

Koşka Sipî di daxuyaniya xwe de, bal kişandiye ser êrîşa Israîl li ser bingehên serbazî yên Îranê li Sûryê û êrîşa mûşekî ya Hûsiyan ku di hefteya derbasbûyî de li dijî Siûdiyê hat encamdan.

Piştî serokê Amerîka Donald Trump vekişîna welatê xwe ji rêkevtina etomî ragihand. Îsraîl bi tundî êrîşî hejmareke mezin ji bingehên serbazî yên Îran û Hizbullaha Lubnanî li Sûryê kir û Taran bi encamdana êrîşeke mûşekî li dijî bingehên serbazî yên Israîlî li Colanê tometbar kir.

N.O