"Demîrtaş bi neyasayî di zindanê de ye"

Îmam Taşçer: Dadgehê ti biryarek derbarê sizadana Demîrtaş nedaye heya ku di zindanê de bimîne, lewra heger li gorî yasayên Tirkiyê jî be, divê ew bê azadkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratiya Gelan (HDP) ragihand ku pêwîst e berbijarê wan yê serokatiya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş bê azadkirin, daku ew jî weke her çar berbijarên din, beşdariyê di bangeşeya hilbijartinên serokayetiyê de bike.

Perlemanterê HDP Îmam Taşçer ji Kurdistan24ê re got: "Ti yasayeke Tirkiyê û navdewletî, desteserkirina Demîrtaş qebûl nake lewra divê ew bê azadkirin".

Got jî: "Dadgehê ti biryarek derbarê sizadana Demîrtaş nedaye heya ku di zindanê de bimîne, lewra heger li gorî yasayên Tirkiyê jî be, divê Demîrtaş bê azadkirin".

 

Di 4/11/2016an de, herdu hevserokên wê demê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag, li gel 11 perlemanterên din yên HDPê bi tometa hevkarî û bangeşeyê ji PKKê re hatin desteserkirin.

N.O