Îranê biryara bidarvekirina Ramîn Husênpenahî da

Sizaya bidarvekirina Ramîn Husênpenahî îro gihişt destê parêzerê wî

K24 – Navenda Nûçeyan

Sizaya bidarvekirina Ramîn Husênpenahî îro gihişt destê parêzerê wî.

Emced Husênpenahî, brayê girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Husênpenahî, liser rûpela xwe ya facebookê nivîsandîye ku, hewlên yasayî bo rêgirîkirin a bidarvekirina brayê wî bê encam man, û îro desthilatdarên Komara Islamî ya Îranê sizaya bidavekirina brayê wî radestî parêzerê wî kiriye. Parêzer jî, Ramîn bi wê sizayê agahdar kiriye.

Bidarvekirina Ramîn Husênpenahî di demekê de ye ku, rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan û komeleyên medenî, bi taybetî daxwaz ji Komara Islamî ya Îranê kirin, sizaya bidarvekirina wî girtiyê Kurd rawestîn e. Beriya niha bavê Ramîn di rêya Kurdistan24 re daxwaz ji desthilatdarên Komara Islamî ya Îranê kiribû ku, kurê wî bidarve nekin.

 

 

C.B