Tek: HDP pabendî lihevkirinê nebû

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesud Tek di bernameya BasîRoj a Kurdistan 24 de sedemên sernekeftina hevkariya Tifaqa Hilbijartinan a Kurdistanî û Partiya Demokrasiya Gelan, herweha lêpirsîna dijî siyasetmedarên bakurê Kurdistanê jî eşkere kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesud Tek di bernameya BasîRoj a Kurdistan 24 de sedemên sernekeftina hevkariya Tifaqa Hilbijartinan a Kurdistanî û Partiya Demokrasiya Gelan, herweha lêpirsîna dijî siyasetmedarên bakurê Kurdistanê jî eşkere kirin.

Mesud Tek destnîşan kir ku, sedemê sereke ya sernekeftina proseya tifaqa ligel HDP vegerand ser pêkneanîna peymana ku di navbeyna aliyan de rû dayî. Tek got ku: liser sê dosyeyanproseya  tifaqê ligel HDP birêve birin e. Dosyeya Deklarayona Siyasî, Dosyeya Deklarasyona hevxebatê û Dosyeya temsiliyetê. HDP di ast a herî bilind de, bi zarê Hevseroka HDP Perwîn Buldan destnîşan kiriye ku, tu astengî nîn in û daxwazên Tifaqa Hilbijartinan a Kurdistanî herweha daxwazên HDP ne û di bernameya wan de cîh digirin. Lê gava, deklarasyona hilbijartinê ya namzedê Serokomariyê Selahadin Demirtaş û ya HDP hatin ragihandin, ev lihevhatin a navbeyna Tifaqa Kurdistanî û HDP, qet di deklarasyona hilbijartinên wan de cîh negirtin e û HDP soza dayî bicîh neaniye. Jiber vê yekê, pêwîstiya domkirina proseya hevkariyê ligel HDP nema ye.

Serokê Giştî yê PSK diyarkir ku, Ew baş dizanin ku HDP ne Partiyek Kurdistanî ye û naxwazin hewla wê yekê bidin ku HDP bikin partiyek Kurdistanî jî. Mafê HDPye xwedî çi nasname û identitetê be. Lê HDP xwedî bernameyek demokratîk e û di çarçoweya tifaqê de dikarîbû berjewendî ji doza Kurdistanê re peyda bibe.

Mesud Tek anî ziman ku, xebata wan wekî Tifaqa Hilbijartinan a Kurdistanî dê bidom e û lipêş wan herweha hilbijartinên herêmî hene û Tifaqa Kurdistanî bi çalak dê xwe amadeyî wê proseyê bike.

Tek herweha liser lêpirsina hemberî wî û zêdetirî ji 30 siyasetmedarên din ên bakurê Kurdistanê rawestiya û ev yek wekî wêneyê şepirzebûn a “dadweriya Tirkiye” binav kir. Got ku: “Em partiyên Kurdistanî ne, gelek asayî ye em piştgiriyê bidin proseya referendûma serxwebûna Kurdistanê ya li başûrê Kurdistanê di 25ê meha Îlona par de rûdayî. Me ev yek jî, vekirî ji dozgeriyê re got”.

 

C.B