Rêjîma Sûryê: Me li Kampa Yermûk li gel çekdarên DAIŞê rêkevtin nekiriye
K24 - Navenda Nûçeyan
Ajanseke Rûsî ji ser zimanê fermandarekî artêşa Sûryê veguhestiye, ku ti rêkevtin di navbera artêşa Sûryê û çekdarên DAIŞê de, li nav Kampa Yermûk nehatiye kirin û nûçeyên ku behsa vê yekê dikin nerast in.
Herwiha rêxistina DAIŞê jî belav kir, ku hîn çekdarên wê di şer de ne bi artêşa Sûryê re û ti rêkevtin di navbera wan û rêjîma Sûryê de çênebû ye.
Duh Kenala RT ya Rûsî belav kiribû, ku Hikûmeta Sûryê û çekdarên DAIŞê li Kampa Yermûkê û El-Hecer El-Eswed gihiştine rêkevtinekê ji bo ku çekdarên DAIŞê ji wan navçeyan derkevin.
Berî niha jî li devera Qelemûn ya Sûrî li ser sînorên Lubnanê, di Tebaxa sala derbasbûyî de, hêzên rêjîma Sûryê û çekdarên Hizbullaha Lubnanî, li gel çekdarên DAIŞê gihiştin rêketinekê û di encamê de, roja 28 Tebaxa 2017an, 308 çekdarên DAIŞê li gel 331 sivîlan û 26 birîndaran ji Qelemûnê derketin û ji bo devera Elbû Kemal hatin veguhestin.
N.O