Seraya El-Cîhad berpirsatiya xwe li ser teqînên firîngeha Hemayê ragihand

Ajansên opozsyona Sûryê belav kirine ku ew nizanin ketîbeya Seraya El-Cîhad bi ser çi aliyekî ve ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Yekîneyeke binavê (Seraya El-Cîhad fî Bîlad El-Şam) di daxuyaniyekê de ragihand, ku çekdarên wê derbasî firîngeha Hemayê bûn û embarên çekan bombekirin û teqandin, di encamê de nêzîkî 50 serbazên artêşa Sûryê û milîsên girêdayî wê hatin kuştin û ziyaneke mezin li avahî, firoke û burcên çavdêriyê bûye.

Ajansên opozsyona Sûryê belav kirine ku ew nizanin ketîbeya Seraya El-Cîhad bi ser çi aliyekî ve ye.

Roja Îna derbasbûyî, zincîreyeke teqînan di firîngeha serbazî ya Hemayê de çêbû, hin jêderan diyar kirin, ku teqîn ji encama êrîşekê li dijî embareke mûşekên Îranî ji corê Zemîn-Ezman power 373 bûn, ku li nav firîngeha Hemayê hatibûn komkirin û di encamê de 57 kes ji Supaya Pasdaran a Îranî hatin kuştin.

Ji aliyê xwe ve, Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan diyar kir, ku teqîn di embarên çekan yên hêzên rêjîma Sûryê de çêbûne.

Di rojên derbasbûyî de, firokeyên Israîlî êrîşî gellek bingehên Îranî li nav axa Sûryê kirin û ziyanên mezin li wan kirin, bitaybet êrîşa 9ê vê mehê, piştî ku hin milîsên Îranî ji aliyê Sûryê ve, bi mûşekan êrîşî bingehên serbazî yên Israîlî li nav Colanê kirin, di encamê de, firokeyên Israîlî bi tundî bersiv dan û ziyaneke mezin li bingehên serbazî û milîsên Îranî li nav axa Sûryê kirin.

N.O