Koma Kar Ji Bo Efrînê li meydana Yekîtiya Ewropayê man girt

Koma Kar Ji Bo Efrînê îro mangirtinek li meydana sereke ya Yetîtiya Ewropayê bi rê ve birin û nameyek derbarê rewşa Efrînê de radestî Yekîtiya Ewropayê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Koma Kar Ji Bo Efrînê îro mangirtinek li meydana sereke ya Yetîtiya Ewropayê bi rê ve birin û nameyek derbarê rewşa Efrînê de radestî Yekîtiya Ewropayê kir.

Endamê Koma Kar Ji Bo Efrînê Cengîz Xelîl ji K24ê re ragihand, hejmarek ji wê komê mangirtinek li meydana sereke ya Yetîtiya Ewropayê li Brûkselê bi rê ve birin û nameyek taybet bi rewşa Efrînê ku arasteyî Berpirsa Siyasetên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini kirine, radestî Yekîtiya Ewropayê kirin.

Cengîz Xelîl diyar kir, di nameyê de wan daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kir bi hawara xelkê Efrînê yên derbider bûne were û fişarê li aliyên pêwendîdar bike ji bo vegera xelkê Efrînê ser mal û milkên xwe.

Da zanîn jî, ku di nameyê Koma Kar Ji Bo Efrînê amaje bi binpêkirinên ku li Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîyonê ve tên kirin kir, wek binçavkirina xelkê Efrînê û eşkencekirina wan, dizî û talankirina mal û milkên xelkê û bicihkirina koçberên deverên din Sûriyê li şûna Kurdên Efrînê.  

Herwiha Koma Kar Ji Bo Efrînê daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kir, ku fişarê li hikûmeta Tirkiyê bike da ku grûpên çekdar ji nava Efrînê derxe, ji ber ku gelê Efrînê bixwe dikar herêma xwe bi rê ve bibin.

S. B