Yekîtiya Ewropa: Em pêbendî rêkevtina etomî ya li gel Îranê ne

Federica Mogherini: Yekîtiya Ewropa pêbendî rêkevtina etomî ye, ji ber ku heya niha Îran jê pêbendiya xwe bi wê rêkevtinê tekez kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Ewropa peyameke zelal derbarê rêkevtina etomî ya li gel Îranê ji Amerîka re şand.

Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropa Federica Mogherini di daxuyaniyekê de tekez kir, ku ti çareyeke elternatîv ji rêkevtina etomî re, ya ku li gel Îranê hatiye kirin, tine ye û got: Gotara wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo nedaye xuyakirin, gelo çawa ewê aramiya navçeyê ji belavbûna çekên etomî biparêze gava em ji rêkevtina etomî dûrkevin û çawa emê karibin bi awayekî erênî bandorê li ser reftarên Îranê bikin.    

Mogherini got jî: Yekîtiya Ewropa pêbendî rêkevtina etomî ye, ji ber ku heya niha Îran jê pêbendiya xwe bi wê rêkevtinê tekez kiriye.

Daxuyaniya Mogherini weke bersivekê ye, li ser wan mercên nû yên ku wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo, ji bo rêxistina rêkkevtineke nû li gel Îranê belav kiribû.

N.O