Şirketên aborî bala Tirkiye dikşînin

Şirketên aborî yên cîhanî yek lipey yekê bala rewşa aborî ya dikşînin

K24 – Navenda Nûçeyan

Şirketên aborî yên cîhanî yek lipey yekê bala rewşa aborî ya dikşînin. Dezgeha piledan a aborî ya navneteweyî Standard and Poor's diyar dike ku, ger plankirinên baş neyên kiri, lireya tirkî dê hîn jî beramberî dolar, euro û poundê wenda bike.

Ligor Ajansa Reuters Standard and Poor's amadeyiya lêkolînên berferehtir liser Tirkiye dike û ger rewşa aborî ya Tirkiye wekî niha berdewam bike û planên nû neyên bikaranîn, dibe ku pileya aborî ya Tirkiye bê xistin.

Ligor şirketên aborî yên cîhanî, Tirkiye ku niha ketiye pêvajoya hilbijartinan de rewşa aborî zêde nagre dest û ger piştî hilbijartinan bi awayek plankirî rewşa aborî neyê nirxandin, rewşa aborî ya Tirkiye dê ber xerabûnê ve biçe.

 

 

C.B