HNKS: Lihevhatina ENKS û TEV-DEM nabe wek berê têk biçe

Derbarê egera avakirina nêzîkatiyeke Kurdî di navbera herdû aliyên sereke li Rojavayȇ Kurdistanê, serkirdeyên Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî (HNKS) didin zanîn ku nabe ku ev hewladan mîna carên berê têk here. Ji aliyê xwe, serkirdeyên ENKSê dibêjin ku ew doza nêzîkatiyek dirust dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Derbarê egera avakirina nêzîkatiyeke Kurdî di navbera herdû aliyên sereke li Rojavayȇ Kurdistanê, serkirdeyên Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî (HNKS) didin zanîn ku nabe ku ev hewladan mîna carên berê têk here. Ji aliyê xwe, serkirdeyên ENKSê dibêjin ku ew doza nêzîkatiyek dirust dikin.

Di çarçoveya axaftina derbarê egera avakirina nêzîkatiyeke Kurdî di demên bê de, hin partiyên siyasî hêvî dikin ku her du aliyên sereke vê derfetê têk nebin, çimkî Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke hestiyar re derbas dibe. Cigarê Sekrterê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê "Wihdê" Mistefa Meşayix dide zanîn ku wan bi Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê re gelek hewldanên nêzîkatiyê di navbera partiyên siyasî li Rojava kirine, lê ji ber şert û mercên partiyan hemû hewldanên wan têk çûn.

Mistefa Meşayix ji K24ê re got: “Wek Partiya Yekîtî û wek Hevbendî me, me û hevalên Pêşverû gelek hewldan kirin ku em karibin yekrêziya Kurdî û yekwelwestê pêk bînin, lê mixabin heta îro me nekarî vî karî bigihînin serî. Îro jî ew pêwîstî heye û dê sibe jî hebe. Em dibînin di vê belavbûn û şerpezebûnê û perçebûnê de me gelek herêmên xwe jî winda kirin.”

Derbarê têkçûna destpêşxeriyên nêzîkatiyê û nepabendîbûna TEV-DEMê û ENKSê bi gelek rêkftinan. Serkirdeyê di Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Sekreterê Partiya Wekhevî ya Kurdî li Sûriyê Nihmet Dawud diyar dike, têkçûna hemû hewldanan tê bi sedma ku TEV-DEM li ENKS nanêre wek aliyekî siyasî yê sereke li Rojavayȇ Kurdistanê. Herwiha dêbêje, da ku nêzîkatiyek dirust di navbera wan de çêbibe divê rêkeftin ne demkî be.

Nihmet Dawud dibêje: “Ew nerîna ku em dibêjin ku wan dev jê berdaye, em vegerin wê nerînê. Dîsa em wê li gor guhartinên ku niha çê bûne bi cidî şîrove bikin. Ev rêkeftinên ku niha bê kirin ne ji bo rewşek hatiye em bikin û heger rewş hat guhartin, xwedî li gotinên xwe dernekevin, wek çawa li rêkeftina li Dihokê li me kirine. Li rêkeftine Dihokê ENKS bû qapaxek siyasî ji xebata TEV-DEMê re.”

Serkirdeyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) amaje bi avakirina kongireke netewî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dikin, ku hemû partiyên siyasî tê de beşdar bibin.