Saziyên navnetewî çavdêriya hilbijartinên Tirkiyê dikin

Perlemana Ewropa da zanîn ku ew çavdêran ji bo hilbijartinên Perleman û Serokatiya Tirkiyê naşînin.

K24 - Enqera

Li Tirkiyê bi nêzîkbûna hilbijartinên pêşwext yên 24ê Hizêranê, saziyên navnetewî ku dê çavdêriya hilbijartinan bike diyar dibin. Yek ji wan jî Rêxistina Hevkarî û Ewlehiya Ewropayê (OSCE) ye, ku di çarçoveya peymana Copenhagen a sala 1990î de, wê çavdêriya hilbijartinan bike. Herwiha nûnerên Rêxistinên Ewropî hatin Tirkiyê û bi Wezareta Derve ya Tirkiyê re, ji bo çavdêriya hilbijartinan civiyan.

Ji aliyekî din ve, Perlemana Ewropa da zanîn ku ew çavdêran ji bo hilbijartinên Perleman û Serokatiya Tirkiyê naşînin. Herwiha hin perlemanterên Ewropî gotin: "Perlemana Ewropa derbarê hilbijartinan û encamên wan, ti hewlestê nade û nêrînên her perlemanterekî di vê mijarê de, wê tenê nerîna wî ya kesatî be û wek nêrîna Perlemana Ewropa neyê qebûlkirin."

Derbarê wê helwesta Perlemana Ewropa, pispor û akademisyê Tirk Murat Erdogan ji K24ê re got: Helwesta Yekîtiya Ewropayê tektîkî ye û naxwaze hilbijartinan piroveke bike. Li gorî min, ew dixwaze ji hilbijartinan û nîqaşên wê dûr bimîne. Ji ber ku di hilbijartinên dawî de, têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê re weke ensitûmaneke siyasî hatibûn bikaranîn. Niha li Tirkiyê rewşekê aloz heye û perleman naxwaze weke berê, carekî din bibe amêra hilbijartinan.

Li gorî hin pisporên opozisyonê jî, ji ber ku hilbijartin wê di bin siya rewşa awarte de bên kirin û encamên zelal dernakevin, Perlemana Ewropa çavdêran naşîne.

Li ser wê yekê akademisyena Tirk Başak Yavcan ji K24ê re got: Li gorî min ji ber helwesta berê ya deshilata Tirkiyê, Perlemana Ewrupa ew biryara xwe da û dixwaze dûrî hilbijartinan bimîne. Lê pêwîst bû têkîliyên herdu aliyan ji ber gotûbêjên endamtiya Yêkîtiya Ewropa baş bana. Lê ew biryara Perlemana Ewropa nîşana xirabiya têkiliyan e û bi vê yekê, wê peyamê didin ku pêwendiyên herdu aliyan ber bi xirabûnê ve diçin. 

Heman nîqaş di serdema referadûma Nîsana 2017an de jî hatibûn kirin. Wê çaxê ji bilî Rêxistina Hevkarî û Ewlehiya Ewropayê û saziyên navnetewî, Perlemana Ewropa jî çavdêr şandibû. Piştre Perlemana Ewropa eşkere kir ku li gorî rapora wan ya çavdêriyê, di serdema referandumê de hin rûdanên nêrênî ku bandor li ser hilbijêran kirine, pêk hatine, lê ew ne bi wê giringiyê bûn ku encamên hilbijartinan biguherînin. Ji aliyekî din ve, hin nûneran ji şandeya çavderiyê ragihandin ku hilbijartin bi awayekî zelal nehatiye kirin û ew yek jî bû sedema nîqaşan.

N.O