Demîrtaş soza dadmendiyê dide
K24 - Navenda Nûçeyan
Berbijarê HDPê ji bo Serokatiya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş, soz da heger ew bibe serokê Tirkiyê ewê, dadmendiyê li Tirkiyê peyda bike û serxwebûnê li dadgehan vegerîne.
Demîrtaş bi riya parêzerên xwe, li ser Twittera xwe soz daye, ku heger bibe serokê Tirkiyê, ewê mûçeyê mehane bi kêmanî bike sê hezar Lîre, wate 600 dolar, herwiha baca sûtemeniyê ji cotkaran wernagire.
Pêştir Demîrtaş, ji zindanê bersiva çend pirsên Kurdistan24ê derbarê hilbijartinan û rewşa Tirkiyê dabû, di bersiva xwe de derbarê dijberiya HDPê Demîrtaş got: "Ne ji karê me ye ku em opozisyona opozisyonê bin, ji ber ku karê me ew e, beramberî desthilatê opozisyoneke rexnegi bin ji Hikûmeteke baştir".
N.O