Zêbarî: Wê Ezîtî Iraq ber bi pêşerojeke nediyar ve bibe

Zêbarî: Hêvrêzî di navbera serokê binketî yê perleman û serokwezîrê de tine ye û (Ezîtî) wê Iraq ber bi pêşerojeke nediyar ve bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê Hoşyar Zêbarî, derbarê biryara duh ya Perlemana Iraqê ji bo hejmartina 10% dengan bi destan û hilweşandina encamên dengdana derveyî Iraq û kampên meşextan got: "Kes pêbendî bicîkirina wê biryara perleman nabe û ewê bibe sedemek ku nakokiyên siyasî li Iraqê zêde bibin".

Zêbarî li ser Twitter û Facebooka xwe nivîsiye: "Hêvrêzî di navbera serokê binketî yê perleman û serokwezîrê de tine ye û (Ezîtî) wê Iraq ber bi pêşerojeke nediyar ve bibe".

Herwiha Zêbarî diyar dike, ku ew ji ber hebûna metirsiyan hişyariyê dide berî ku ew metirsî biqewimin û got: Li ser hemû aliyan pêwîst e bi aqilane û pabendbûn bi destûrê kar bikin.

Duh Perlemana Iraq bi amadebûna (165) perlemanterî û bi serokatiya Selîm Cibûrî civîneke neasayî lidar xist û di civînê de, deng li ser pirojebiryarekê li dijî encamên hilbijartinan hat dayin.

Li gorî daxuyaniya Perlemana Iraqê, di wê civînê de, biryarek hat stendin ji bo ku hemû aliyên pêwendîdar bi erkên xwe rabin, daku baweriyê li piroseya hilbijartinan vegerînin.

Li gorî biryarê, encamên hilbijartinên derveyî Iraq û dengdana taybet li kampên meşextên Enbar, Selahedîn, Nînewa û Diyala tên hilweşandin ji ber ku bi gotina wan perlemanteran: Saxtekarî di piroseya dengdanê de çêbûye.

Herwiha divê 10% ji dengan bi destan bên hejimartin û heger diyar bû ku bi rêjeya 25% saxtekarî hatiye kirin, divê li tevahiya parêzgehan deng bi destan bên hejmartin.

Derbarê wê biryara Perlemana Iraqê, serokê Fermangeha Rêvebir a Komisyona Bilind ya Hilbijartinan li Iraqê Riyad Bedran ragihand, ku bizava encamdana kudetayekê li dijî encamên hilbijartinan heye, ku di 12ê vê mehê de hatin encamdan.

Riyad Bedran got jî, her kudetayek bi ser encamên hilbijartinan de bê kirin, wê bibe sedemek ku şerê navxwe li Iraqê pêkeve.

Ji aliyê xwe ve şarezayê yasayî Tariq Herb ragihand, ku "Ew tiştê ji aliyê Perlemana Iraqê ve derbarê encamên hilbijartinan derketiye, biryar e nek yasa ye, derxistina wê biryarê pirisgirêkeke rastyane ye û bicîkirina wê ne erk e".

Tariq Herb got jî: "Desthilata Perlemana Iraqê tine ye ku biryarekê li ser pirseke ji vî şêwazê metrisîdar derxîne, ji ber ku desthilata perleman hatiye kêmkirin û tenê ew kare baweriyê bide yan bikişîne û lêpirsînê li gel Hikûmetê bike".

N.O