Yildirim: Pirsgirêka PKKê, ne pirsgirêka Kurd e

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim got ku, teror ji rojeva Tirkiyê derketiye û êdî ti kes beşdarî gerîlayên PKKyê nabe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim got ku, teror ji rojeva Tirkiyê derketiye û êdî ti kes beşdarî gerîlayên PKKyê nabe.

Yildirim li bakurê Kurdistanê bajarê Sêrtê axifî û daxûyaniyên girîng da. Serokwezîrê Tirkiyê got, pirsgirêkên Kurdan ne di xema PKKyê de ye û PKK ji bo Tirkiyeyê bûye pirsgirêk. Herwiha teror ji rojeva Tirkiyê derketiye û êdî ti kes naçe çiyê û beşdarê refên PKKyê nabe.

Binalî Yildirim diyarkir: “Teror ji rojeva Tirkiyê derketiye û ji rojeva Sêrtê jî derketiye. Em rê nadin teror zarokên me bikarbîn e. Ji bo vê çi pêwîst be me kir û em ê bikin jî. Êdî nikarin zarokên me biaxîpinin û bibin çiyê. Pirsgirêka PKKyê, pirsgirêka Kurd nîn e. Armanca PKKyê rê liber girtina mezinbûna Tirkiyê ye”.

 

 

C.B