Sê şêwirmendên serbazî yên Siûdî li Rojavayê Kurdistanê bi YPG re civiyan

Şêwirmendên serbazî yên Siûdî, serdana bingeha serbazî ya Amerîkî li devera Xirab Işkê ya li başûrê Kobanê kirine û li gel serkirdeyên YPG civiyane.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ajansa Anadolê ya Tirkiyê belav kiriye, ku di roja Îna derbasbûyî de, sê şêwirmendên serbazî yên Siûdî, serdana bingeha serbazî ya Amerîkî li devera Xirab Işkê ya li başûrê Kobanê kirine û li gel serkirdeyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) civiyane.

Li gorî ajnasa navhatî, armanca wê serdanê damezirandina yekîneyeke Erebî ye ji hêzên Senadîd, ku niha ew hêz di nav rêzên Hêzên Sûrya Demokrat de ye.

Herwiha zaniyariyên ku hatine belav kirin, didin xuyakirin ku ew hêza nû were pêkanîn, wê yek ji hêzên federaliya (Bakurê Sûryê) be.

Berî niha jî hatibû ragihandin, ku bi piştevaniya Siûdiyê, wê hêzeke parastina sînor ji Kurd û Ereban li derdora Hesekê were pêkanîn.

Li gorî nûçeyên medya nêzîkî PYDê, wê ew hêz bi hevrêzî li gel ketîbeyên Senadîd yên Erebî, were pêkanîn û bi erkê parastina sînoran rabe.

Ji aliyê xwe ve rojnameya El-Weten ya Sûrî ji ser zimanê rêvebirê Tora Xabûr ya opozisyonê veguhestiye, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG), deriyê tomarkirina navan vekiriye û di serê her mehê de wê her çekdarekî hêza nû 200 Dolarên Amerîkî werbigire.

Diyar jî kir, ku gellek ciwan hene dixwazin tevlî wê hêza nû bibin, ji ber rewşa xirab ya abûriya navçeyê.

Ketîbeyên Senadîd ser bi şêxê êla Şemer Himêdî Deham El-Hadî ve ne û di sala 2013an de hatin pêkanîn û beşdarî di şerê li dijî DAIŞê de kirin û piraniya wan li derdora Hesekê belav dibin.

N.O