Îran: Ti hevdîtin di nav me û Israîl de nebû ye

Berî niha medya Israîlî ragihandbû, ku li Emmana paytexta Urdinê, Îran û Israîl civînek derbarê rewşa başûrê Sûryê lidar xistine.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Behram Qasimî red kir, ku bi navberiya Urdinê, civînên dualî yên nerasterê di nav welatê wî û Israîlê de hatibin lidarxistin.

Behram Qasimî di kongirekî rojnemevanî de got: Hejmarek ji dezgehên ragihandinê, nûçeyan belav dikin bi mebesta ku tevliheviyê di hizra raya giştî ya Îranê de çêkin.

Qasimî tekez jî kir, ku ew li hebûna Israîl mikur nayên û Israîl weke rêjîmeke dagîrkir û terorîst dibînin.

Berî niha medya Israîlî ragihandbû, ku li Emmana paytexta Urdinê, Îran û Israîl civînek derbarê rewşa başûrê Sûryê lidar xistine.

N.O