Serokê Perlemana Iraqê li ser bizavên redkirina hilbijartinan berdewam e

Nivîsgeha Selîm Cibûrî diyar kir, ku ew tiştê bûye kareseteke mezin e û heger neyê çarekirin, wê ziyanê li piroseya siyasî li Iraqê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Perlemana Iraqê Selîm Cibûrî ku di hilbijartinên vê dawiyê de bin ketibû, daxwazê ji desthilatên Serokatî û Dadweriya Iraqê dike, ku şaştiyên piroseya dengdanê di hilbijartinan de rast bikin.

Nivîsgeha Selîm Cibûrî di daxuyaniyekê de, ji desthilatên Serokatî û Dadweriya Iraqê xwest ku bi erkên xwe yên destûrî û bi berpirsatiya xwe ya dîrokî rabin, ji bo parastina dadmendiyê û demokrtiyê li Iraqê û rê li ber wan bizavan bigirin, ku dixwazin wan şaştiyan di piroseya hilibjartinan de hatine encamdan, bidin derbaskirin.

Herwiha nivîsgeha Serokê Perlemana Iraqê dubare kir, ku saxtekarî di piroseya dengdanê de çêbûye û berî niha pilan ji bo encamdana saxtekariyan hatibû danîn û ev yek jî bûye sedema guhertina îradeya gelê Iraqê.

Nivîsgeha Selîm Cibûrî diyar kir, ku ew tiştê bûye kareseteke mezin e û heger neyê çarekirin, wê ziyanê li piroseya siyasî li Iraqê bike.

N.O