Demîrtaş daxwaza danîna çekan ji PKKê dike

Selahattîn Demîrtaş: Ti pêwendiya min û HDPê, bi PKKê re tine ye. Em dixwazin pirsa Kurdî bi rêbazên aştiyane bê çarekirin û ji bo vê yekê, divê PKK li dijî Tirkiyê çekan deyne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berbijarê Serokatiya Tirkiyê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji Partiya Karkirinê Kurdistanê PKKê xwest ku çekan deyne.

Selahattîn Demîrtaş bersiva pirsên televizyoneke Tirkî da û got: Ti pêwendiya min û HDPê, bi PKKê re tine ye.

Demîrtaş di bersivên xwe de got jî: Em dixwazin pirsa Kurdî bi rê û rêbazên aştiyane bê çarekirin û ji bo vê yekê jî, divê PKK li dijî Tirkiyê çekan deyne.

Herwiha navhatî got: Beramberî çekdanîna PKKê, divê Hikûmeta Tirkiyê şerê PKKê neke û bi riya Perleman dikare bi PKKê re, bi awayekî dilsoz û rastgo danûstandinan bike daku çek bên danîn. 

N.O