Bi vîdyo.. Çekdarên li Efrînê Dolaran ji pîrejinekê daxwazin

Çekdarên opozîsyona Sûriyê piştî ku kel û pelên malên Efrînê dizîn û talan kirin, niha xelkê Efrînê wek barimte bikar tînin û daxwaza pereyan ji wan dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên opozîsyona Sûriyê piştî ku kel û pelên malên Efrînê dizîn û talan kirin, niha xelkê Efrînê wek barimte bikar tînin û daxwaza pereyan ji wan dikin.

Çekdarên opozîsyona Sûriyê girtevîdyoyek li tûra civakî “Facebook” belav kirin, tê de daxwaz ji pîrejineke Efrînê dikin ku peyamekê ji kurê xwe yê koçber dike, pereyan ji wan çekdaran re birê bikin.

Wek di vîdyoyê de diyar dibe, ew çekdar dibêjin ku ew girtevîdyo li gundê Edema ya ser bi navçeya Reco hatiye kişandin. Tê de diya pîr nameyekê bi kelegirî ji kurê xwe yê koçber Şêxo re birê dike û dibêje: “Qurbana te bim Şêxo, li ser daxwaza te ez vegeriyan gundê xwe, lê ev çekdara gelek pere ji min dixwazin.”

Diya Şêxo di girtevîdyoyê de dibêje: “Me motora avê ya ku hatiye dizîn dît, lê ji bo em mature vegerînin ev çekdar birek mezin ji Dolaran dixwazin. Ev pere û Dolaran dixwazin.”

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê bi dagîrkirina Efrînê di 18ê Adarê de, dest bi dizî, talan û destdanîna li ser mal û milkên Efrîniyan kirin û ta niha jî berdewam e.

Li gor jêderên ji nava Efrînê jî, ev ne cara yekem e ku çekdarên opozîsyonê zorê li xelkê Efrînê dikin û wan wek barimte bikar tînin ji bo kurên wan yên koçber pereyan ji wan çekdaran re birê bikin.