Demîrtaş ji zindanê bangeşeya hilbijartinan dike

Ev yekemîn car e di dîroka Tirkiyê de, ku welatiyek di zindanê de bibe berbijarê Serokatiya Tirkiyê û bi riya dîmenan ji zindanê di televizyona dewletê de bangeşeyê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berbijarê HDPê ji bo Serokatiya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş, wê ji zindanê bi riya dîmenên televizyonî bangeşeya hilbijartinan bike.

Desteya bilind ya hilbijartinên Tirkiyê destûr da ku berbijarê HDPê bi riya televizyona dewletê bi deng û dîmen bangeşeya hilbijartinê bike, ji bo vê yekê jî kamîreya (TRT) wê biçe zindana Edîrne û dîmenên Demîrtaş bigire.

TRT wê ji bo hemû berbijarên Serokatiyê di gera yekemîn de, 10 xulekan veqetîne û her carê wê 2 xulek be. Belavkirina dîmenên berbijarên Serokatiyê wê 17ê Hizêranê destpê bike û 23ê Hizêranê bidawî bibe.

Bi vî awayî yekemîn car e di dîroka Tirkiyê de, ku welatiyek di zindanê de bibe berbijarê Serokatiya Tirkiyê û bi riya dîmenan ji zindanê di televizyona dewletê de bangeşeyê bike.

N.O