Dadgeha Federalî encamên hilbijartinên Iraqê yekalî dike

Pêşbînî heye ku Dadgeha Federalî biryara Perlemana Iraqê ya taybet bi hilweşandina dengdana derve û ya meşextan red bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Dadgeha Federal a Iraqê, di 48 demjimêrên bê de, wê nerîna xwe li ser biryara Perlemana Iraqê ya taybet bi dubare hejmartina dengên hilbijartinên perlemanê bide.

Rojnameya El-Erebî El-Cedîd ji ser zimanê hin berpirsên Iraqî veguhestiye, ku çaverê ye Dadgeha Federalî nerîna xwe ya destûrî li ser pirsgirêka di navbera Perlemana Iraqê û Komisyona Hilbijartinan de eşkere bike û pêşbînî heye ku Dadgeha Federalî biryara Perlemana Iraqê ya taybet bi hilweşandina dengdana derve û ya meşextan red bike, ji ber ku li gel maddeya 3yan ji destûra Iraqê nagunce.

Li gorî wan jêderan, dibe ku Dadgeha Federalî piştevaniya biryara perlemanê bike ya taybet bi dubare hejmartina sedî 10 ji dengan, ji ber ku ew yek ji desthelatên Perlemana Iraqê ye.

N.O