Hevpeymaniya Malikî: Siûdiyê hevkêşeya siyasî li Iraqê guherand

K24 - Navenda Nûçeyan
Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya Nûrî Malikî di wê baweriyê de ye, ku Şanişîna Siûdiyê, di bizavên xwe de ji bo guherandina hevkêşeya siyasî li Iraqê biser ketiye.
Serkirdeyê hevpeymaniya Dewleta Yasa Mihemed Seyhûd ragihand, ku "Encamên hilbijartinan saxte ne û nerast in, emê ji nû ve dengan cuda bikin û bijmêrin, ji ber ku ew encamana bi destên hin aliyên navdewletî hatine amadekirin û bi ti awayî xwesteka gelên Iraqê nadin xuyakirin".
Seyhûd got jî: "Balyozê berê yê Siûdiyê li Iraqê Samir Sebhan, berî hilbijartinan tekez kir ku welatê wî kare hevkêşeya siyasî li Iraqê biguhere, ew gotina wî rast bû û welatê wî di vê yekê de biser ket û karî bi encamên hilbijartinan bilîze".
Navhatî diyar kir, ku armanca guherandina hevkêşeya siyasî li Iraqê, bicîkirina pirojeyê pîlangeriyê ye li ser Iraqê, bi taybet jî ew yek xizmeta pirojeyên Amerîka û Israîl dike.
Li gorî encamên dawî yên hilbijartinên Iraqê, Hevpeymaniya Sairûn bi piştevaniya Muqteda Sedir, ku tê gotin ew nêzîkî Siûdiyê ye, bi 54 kursiyan pileya yekem li ser astê Iraqê bidest xist û Hevpeymaniya Malikî bi 26 kursiyan pileya çarem bidest xist.
N.O