Serokomarê Tirkiyê Erdogan serdana Diyarbekirê dike

Serokomarê Tirkiyeyê di çarçoveya xebatên hilbijartinên 24’ê Hezîranê de sibe jî serdana bajarê Diyarbekirê dike. Nayê çaverêkirin ku Erdogan peyamên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê di çarçoveya xebatên hilbijartinên 24’ê Hezîranê de sibe jî serdana bajarê Diyarbekirê dike. Nayê çaverêkirin ku Erdogan peyamên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bide.

Li Diyarbekirê ji bo serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan amadekarî tên kirin. Qada Îstasyonê bi wêneyên Erdogan, alên Tirkiyê û flamayên Ak Partiyê tên xemilandin.

Li gorî ragihandina şîrovekarên siyasî , Erdogan dê girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê, derbarê têkoşîna li hemberî PKK’ê, xebatên aborî û gavên ku di 16 salên desthilatdariya AK Partiyê de hatine avêtin biaxive.

Di beyanameya AK Partiyê ya hilbijartinê de rasterast behsa çareserkirina pirsgirêka Kurd nehatiye kirin.