Siûdiya gefa êrîşa leşkerî li Qeterê dixwe

Siûdiye gefa bikaranîna hêzê li dijî welatê Qeterê dixwe, heger hat û wî welatî sîstema berevaniya mûşekî S 400 ji Rûsyayê werbigire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Siûdiye gefa bikaranîna hêzê li dijî welatê Qeterê dixwe, heger hat û wî welatî sîstema berevaniya mûşekî S 400 ji Rûsyayê werbigire.

Li gor nûçeyeke rojnameya “Le Monde” a Fransî, Riyazê daxwaz ji Serokê Fransayê Emmanuel Macron kiriye, ku ji bo parastina aramiyê rêgiriyê li hewla Qeterê ya kirîna sîstema berevaniyê S 400 bike, heger na, Siûdiye dê bijardeya leşkerî bikar bîne.

Di meha Hezîrana sala 2017an de Siûdiye, Behrên, Îmarata Erebî û Misrê bi bihaneya “piştevanîkirina li grûpên terorist û Îranê” pêwendiyên dîplomasî bi Qeterê re birîn û ew welat xistin dorpêçekê.

Di bersivê wê gave de, Qeterê Rûsya wek dosteke nû destnîşan kir û di destpêka îsal de jî Balyozê Qeterê yê li Moskoyê ragihand, guftûgoyên wan bi Rûsyayê re ji bo kirîna sîstema mûşekî S 400 gihîştine qonaxeke pêşketî.  

 

S. B