Kurdên Ewropa yekîtiyê dikin

Piştî bizavên berdewam, çalakvanan Kurd karîn piştî herdu welatên Siwêd û Belcîka, Encûmena Kurdan li Almanya jî pêk bînin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hejmarek çalakvanên Kurd ji herçar parçeyên Kurdistanê, ev çend meh in bizavan dikin, li seranserî Ewropa federasyoneke Kurdî bi awayekî rêxistî li nav welatên Yekîtiya Ewropa damezrînin.

Piştî bizavên berdewam, wan çalakvanan karîn piştî herdu welatên Siwêd û Belcîka, Encûmena Kurdan li Almanya jî pêk bînin.

Serokê Komela Kurdî li bajarê Wollfsborg yê Almanî Salar Kerkûkî, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Heger em nikarin li Kurdistan yekrêz bin û lihev bikin, bila em li vir destpê bikin û yekîtiya xwe pêk bînin, em dixwazin li Ewropa yekîtiyekê di nav Kurdan de bikin".

Herwiha endamê Encûmena Kurdan li Almanya Elî Yildirim ji Kurdistan24ê re got: "Em wek Kurd li Ewropa, her kes û komela wî heye, bi awayekî ti bandor ji me re namîne, divê hevgirtî bin, da em biser kevin".

N.O