Netanyahu ji bo dijatiya Îranê serdana Ewropa dike

Netanyahu dixwaze fişaran li Berlîn, Parîs û Londonê bike, daku nema dijatiya biryara vekişîna Amerîka ji rêketina etomî ya li gel Îranê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Biryar e îro duşemê, serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu, bi serdaneke sê rojî bigihêje Ewropa, bi mebesta bidestxistina piştevaniya welatên Ewropî li dijî Îranê û herwiha wê Netanyahu bizavan bike, ji bo helwesta wan welatan derbarê rêketina etomî li gel Îranê biguhere.

Li gorî nûçeyeke ajansa Almonitor, Netanyahu dixwaze fişaran li Berlîn, Parîs û Londonê bike, daku nema dijatiya biryara vekişîna Amerîka ji rêketina etomî ya li gel Îranê bikin.

Balyozê Israîl li Almanya Jeremy Issacharoff, derbarê serdana Netanyahu ji ajansa AFP ya Firensî re got: "Armanca serdanê ew e, ku rê li ber Îran bê girtin daku karînên xwe yên etomî pêş nexîne".

Piştî vekişîna Amerîka ji rêketina etomî, welatên Ewropa rexne li biryara Amerîkî kirin û pêbendiya xwe bi wê rêketinê re tekez kirin û niha Israîl dixwaze bi kêmanî Ewropa wê pêbendiya xwe sist bike.

N.O