HSD: Me jinên Mexribî radestî DAIŞê nekirine

Rêxistineke Mirovî Mexribî: Hêzên Sûrya Demokrat beramberî dîlên xwe û kujmeke pere, bi zorê 35 jin û 50 zarokên Mexribî radestî çekdarên DAIŞê kirine.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hêzên Sûrya Demokrat Mistefa Balî ji Kurdistan24 re ragihand, ku wan ti jin yan zarokên Mexribî radestî çekdarên DAIŞê nekiriye û got: Ew nûçeyên ku Çavdêrgeha Bakur ya Mafên Mirovan a Mexribî belav kiriye, nerast in û heger belge li cem wan hene bila pêşkêş bikin.

Balî got jî: Hejmarek ji jinên Mexribî yên endamên DAIŞê li cem me ne û navên wan tomarkirî ne û wan daxwaz ji Hikûmeta Mexribî kiriye ku wan kesan radest bikin, lê heya niha ti bersiv ji aliyê Hikûmeta Mexribî ve ne hatiye.

Berî niha Çavdêrgeha Bakur ya Mafên Mirovan li Mexribê, di raporekê de ragihandibû, ku di nava du rojan de, Hêzên Sûrya Demokrat beramberî dîlên xwe û kujmeke pere, bi zorê 35 jin û 50 zarokên Mexribî radestî çekdarên DAIŞê kirine.

N.O