Îranê çandinî jî li Kerkûkê nehîşt
K24 – Navenda Nûçeyan
Îran bi girtina ava çemên sînorî yên ji wî welatî diherikin Herêma Kurdistanê berdewam e û ji ber wê sedemê jî Kerkûkê biryar da çandinî were qedexekirin.
Rêveberê Jêderên Avê ya Kerkûkê Şihab Hekîm Nadir ji K24ê re diyar kir, bajarê Kerkûkê bi rêjeya (%90) pêwîstiyên ava vexwarin û çandiniyê ji ava Zêyê Biçûk dibe, ku ji bendava Dokanê jê re tê dabînkirin, niha ji ber sedema girtina ava wî çemî, pişkê avê ji Kerkûkê hatiye kêmkirin.
Şihab Hekîm da zanîn jî, ji ber wê sedemê jî berpirsên îdarî yên Kerkûkê biryar dan, îsal çendiniya zeviyan were qedexekirin, ji bo ava vexwarinê ji xelkê re dabîn bikin.
Şareza jî hişyariyê didin, heger Îran bi girtina ava çemên sînorî berdewam be, karesateke mirovî û jîngehî dirust dibe.
Ev duyem car e Îran ava Zêyê Biçûk digire û di demekê de ku jêdera beşek ji ava vexwarinê ya Iraqê pişt bi samanên avê ya Herêma Kurdistanê girêdaye.