KCK: Tirkiye dikare bêhişiyê bike û êrîşî Qendîlê bike

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu ragihand, Tirkiye dikare her cure bêhişiyê bike û li dijî Qendîlê operasyon bi rê ve bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu ragihand, Tirkiye dikare her cure bêhişiyê bike û li dijî Qendîlê operasyon bi rê ve bibe.

Karasu ji ajanseke nêzikê PKKê re axivî û derbarê gefên operasyona li dijî Qendîlê ya Hikûmeta Tirkiyê de got: AK-Partî ji bo desthilatdariya xwe dikare her cure bêaqilyê bike. Hikûmeta Tirkiyeyê ji ber tirsa serneketina hilbijartinê bi hêminî tevnagere û dikare li dijî Qendîlê her cure êrîşan bike.

Endamê Konseya Rêveber a KCKê got jî, Lê Tirkiye nikare bi hêsanî êrîşî Qendîlê bike. Ew ji bo şerî amade ne û dê li her derê berxwedanên mezin bikin. 

Li ser egera serkeftina AKPê di hilbijartinan de jî got, heger AKP li ser desthilatdariyê bimîne, dibe ku ev yek bibe destpêka şerekî navxweyî. 

Ev daxuyaniya Mustafa Karasu piştî wê yekê tên, duhî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman ragihandibû, hêzên Tirkiyê li devera Xakûrkê gelek xal kontrol kirine û êdî Qendîl ji bo wan ne aramanceke dûr e.

Berî çend roj in  Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihandibû, hêzên Tirkiyê bi kûrahiya 27 K.M derbasî nava xaka Herêma Kurdistanê bûne û niha amadekariyê ji bo êrîşa li ser binke û baregehên PKKê li çiyayê Qendîlê dikin.

 

S. B