Namzetên Serbixwe: Em alternative a demokratîk a gelê xwe ne

Li Wanê2 namzetên serbixwe yên Parlamenteriyê hene. Wan ji bo Kurdistan24 diyar kirin ku ew alternatîfên demokratîk ji bo gel peyda dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

 

Wekî partiyên siyasî, namzetên serbixwe jî amadekariyên xwe yên hilbijartinên 24'ê Hezîranê, ku dê li Tirkiyê bên kirin, dikin.

Li Wanê2 namzetên serbixwe yên Parlamenteriyê hene. Abdulmenaf Kiran bi piştgiriya Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) namzet e û Idrîs Ahî namzetê serbixwe ye. Wan ji bo Kurdistan24 diyar kirin ku ew alternatîfên demokratîk ji bo gel peyda dikin.

Abdulmenaf Kiran, ku Rêvebirê Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê ye jî, bal dikşîne ku, ji ber Destûra nû ya hilbijartinên Tirkiyê, wan wekî Partî nikaribûne beşdar bibin û ji ber ku, nexwestine gelê Kurd bê alternatîf bihêlin, serbixwe beşdarî hilbijartinan dibin. Kiran da zanîn ku, partiyên dikevin hilbijartinan ji bo siyaseta Tirkiyê siyaset dikin û partiyeke, ji bo nûneriya gelê Kurd bike nîn e. Loma jî ew dixwazin bo gelê xwe bibin alternatîf.

Îdrîs Ahî jî, ev car cara sêyemîn e ku, wek namzetê serbixwe li Wanê, beşdarî hilbijartinan dibe. Ahî radighîne ku, partiyên siyasî girîngiyê nadin daxwazî û pêwistiyên gel. Lê, ew ji nav civakê ye û dixwaze li bajarê xwe bibe nûnerê welatiyan.

 

 

C.B