Ji bo bangeşeyê, Demîrtaş tîn in Enqereyê

Selahedîn Demîrtaş, bo axaftina bangeşeya hilbijartinê ya di kenala TRT de, ji zîndana Edîrneyê diçe studyoya Enqerê

K24 – Navenda Nûçeyan

Selahedîn Demîrtaş, bo axaftina bangeşeya hilbijartinê ya di kenala TRT de, ji zîndana Edîrneyê diçe studyoya Enqerê.

Kenala fermî ya Tirkiyê, demên axaftinên Namzetên Serokomariya Tirkiyê eşkere kirin. Ligor zanyariyan, Namzetê HDPê bo Serokomariya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş, wê di navenda TRT ya Enqereyê de derkeve pêşberî kamêrayan.

Hat ragehandin, axaftina Demîrtaş, 13'ê Hezîranê li Enqerê tê tomarkirin û 17'ê Hezîranê dê bê weşandin. Demîrtaş bo weşana 23'ê Hezîranê jî, wê 22'ê Hezîranê li Enqerê derkeve pêş kamêrayan.

Namzetê CHPê Muharem Înce, bi armanca şermezarkirina alîgiriya weşanên TRTê, biryar dabû dernekeve ekranên wê kenalê.

 

 

C.B