Belgeyên şewitandina sindoqan li cem Ebadî ne

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tekez dike, hilbijartin nayin dubarekirin û dibêje, li gor lêkolînên destpêkê şewitandina sindoqên dengdanê li Bexdayê karekî rêkxistî bû û paşmayên benzînê li cihê bûyerê hebû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tekez dike, hilbijartin nayin dubarekirin û dibêje, li gor lêkolînên destpêkê şewitandina sindoqên dengdanê li Bexdayê karekî rêkxistî bû û paşmayên benzînê li cihê bûyerê hebû.

Heyder Ebadî di konferansa rojnamevanî ya heftane de ragihand, du belge li ber destê wî ne ku bûyera şewitandina komgeha sindoqên dengdanê li navçeya Resafe ya Bexdayê karekî rêkxistî bû. Tekez kir jî, proseya siyasî û hilbijartin li Iraqê poşmanbûn tê de nîn e û divê di zûtirîn dem de hikûmeta nû pêk bê.

Ebadî got: “Du belge derbarê pêketina agir ketine destê me. Yekem, paşmayên benzînê li wê cihî hebû. Duyem jî, agir li ti cihekî nebû û piştre fereh bûbe, belkû agir li çend cihan hatibû vêketin, ji vê jî derdikeve ku agir ne bûyereke qeza û qeder bû. Wek tê zanîn agir heger qeza û qeder be, li cihekî derdikeve û piştre fereh dibe.”

Got jî: “Raportên seretayî yên lêkolînan ku îro Wezîrê Navxwe pêşkêşî Encûmena Wezîran kiriye, agir bûyereke rêkxistî bûye, ev jî zêdetir hanê bi me dide ku tawanbaran desteser bikin. Divê proseya siyasî û hilbijartin ber bi pêş ve biçe û poşmanbûn tê de nîn e. Duberakirina hilbijartinan nîn e. Em qebûl nakin proseya siyasî bi paş ve biçe û divê di destpêkê de jî hikûmetê pêk bînin.”

Roja 10 vê mehê, li Bexdayê agir bi mezintirîn komgeha sindoqên dengdanê yên hilbijartinên 12ê Gulana bûrî ket û tevahiya encamên sindoqan hatin şewitandin.

Derbarê derbasbûna hêzên Tirkî ji nava xaka Iraqê re, Ebadî ew bi propagendeya hilbijartinan binav kir û ragihand, destdirêjiya li ser serweriya Iraqê “xêza sor” e û tekez kir, çiyayê Qendîlê ji 45 salan ve pirsgirêk e.

Di wê derbarê Serokwezîrê Iraqê got: “Çiyayê Qendîlê her ji heyama 40-50 salên bûrî ve bûye cihê pirsgirêkan, ev ne tiştekî nû ye. Ev axaftin propagendeya hilbijartinan e. Me berê jî ew axaftin bihîstine, ku digotin hêzên Tirkiyê gihîştine Şingalê. Em vê pirsgirêkê lêkolîn dikin. Hatina hêzên Tirkiyê nava xaka Iraqê xêza sor e. ev destdirêjî li ser serweriya welatê me ye.”

 

S. B