Almanya biryarek nû derbarê penaberên Sûrî derxist

Ev biryar wê Tebaxa dahatî bikeve warê bicîkirinê de û her meh hezar kes ji malbatên penaberan wê bên veguhestin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Perlemana Almanya biryarek nû derbarê wergirtina malbatên penaberên Sûrî pesend kir, li gorî wê biryarê, her penaberk ku îqama wî ya demkî hebe, kare malbata xwe bigehîne xwe.

Herwiha li gorî biryara nû, her penaberk kare zarokê xwe û hevjîna xwe bigehîne xwe û zarokên temenên wan di bin 18 salî re bin, ew jî karin  bav û dayika xwe veguhêzin.

Ev biryar wê Tebaxa dahatî bikeve warê bicîkirinê de û her meh hezar kes ji malbatên penaberan wê bên veguhestin.

Hikûmeta Almanî di sala 2016an de, veguhestina malbatên penaberan ji bo kesên xwedî îqama demkî rawestandinbû.

Li ser astê welatên Yekîtya Ewropa, Almanya hejmara herî mezin ji penaberên Sûrî wergirtiye, heya niha jî gellek penaberên nû yên Sûrî, xwe li Almanya digirin û dixwazin li gel malbatên xwe li wî welatî mafê penaberiyê werbigirin.

N.O