Demîrtaş: Dadwer û dozger ji Erdogan ditirsin

Demîrtaş: Heger ez sûcdar im, çima hiştin ez bibim berbijarê serokatiyê. Ew zanin heger ez azad bim ezê xewn û xeyalên Erdogan lê bikim kabûs.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berbijarê HDPê yê Serokatiya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş ragihand, ku di girtîgehên Tirkiyê de, bi deh hezaran mirov ji ber azadiya raman û rêxistinê hatine girtin û weke "terrorîst" tên binavkirin.

Demîrtaş di gotarekê de, ku ji rojnameya Le Monde re nivîsî ye dibêje: berî salekê û 8 mehan, ez li mala xwe ya li paytexta Herêma Kurdan ya li Tirkiyê hatim girtin.

Demîrtaş got: Ez li girtîgehê bûme berbijarê HDP û min nedixwest bi vî awayî di hişê xelkê de bimîne.

Navhatî diyar kir, ku ti hêviya wî ji dadwer û dozgerên ku ji Erdogan ditirsin tine ye û got: Baweriya min bi gelên Tirkiyê tê, wê hem xwe û hem jî Tirkiyê azad bikin.

Demîrtaş got jî: Heger ez sûcdar im, çima hiştin ez bibim berbijarê serokatiyê. Ew zanin heger ez azad bim ezê xewn û xeyalên Erdogan lê bikim kabûs.

N.O