Hişyarî ji karesateke mirovî û jîngehî tê dayîn

Metirsiyên hişkirina jêderên avê yên ku ji Îran û Tirkiye ve diherikin Başûrê Kurdistanê û Iraqê zêdetir dibin. Cîgirê Parêzgarê Helebce radigihîne, dirustkirina Îranê ji bendava Daryan li ser çemê Sîrwan ve metirsiyeke mezin li ser Helebce, Şarezor, Germiyan û Diyale dirust kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îran Bendava Daryan li ser çemê Sîrwan ve dirust dike, eger heye jî ku bibe sedema hişkbûna çemê Sîrwan, loma berpirsên rêvebir ên parêzgeha Helebceyê jî hişyariyê ji rûdana karesatên jîngeh û mirovî didin.

Cîgirê Parêzgarê Helebce Kawa Elî ji K24ê re got: “Dirustkirina bendava Daryan ji aliyê Îranê ve temam bûye û piştî ku Îranê beşek ji avê girt û ji bo navçeyên xwe bikar tîne, bi cibicîkirina vê projeyê jî karesateke jîngehî dirust dibe.”

Her di wê derbarê de, Parlemanterê Iraqî Macid Xezawî dibêje: “Pirsgirêk ne tenê ew zêderûyîyên Îranê yên niha tên kirin in. Niha axaftin li ser pirsgirêkeke mezintir tê kirin, ku Îran bendavekê dirust kiriye û dê 3 salan avê ji bo wê bendavê bigire. Ev yek jî bandorê li çemê Dîcleyê jî dike û qeyraneke mezin çê dike, divê Iraq vê pirsgirêkê çareser bike.”