Perlemana Ewropa çavdêriya hilbijartinên Tirkiyê dike

Şanda Perlemana Ewropa ji 33 çavdêran pêk tê û seroka şandê Olena Sotnyka ya Ukranî ye û ragihandin, ku ewê di 22ê Hizêranê de li Tirkiyê bin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Perlemana Yekîtiya Ewropa biryar da ku, çavdêriya hilbijartinên Perleman û Serokatiya Tirkiyê bike, ya ku biryar e roja 24ê vê mehê bên encamdan.

Şanda Perlemana Ewropa ji 33 çavdêran pêk tê û seroka şandê Olena Sotnyka ya Ukranî ye û ragihandin, ku ewê di 22ê Hizêranê de li Tirkiyê bin.

Li gorî zanyariyan, wê şanda Yekîtiya Ewropa bi nûnerê Serokê Tirkiyê û nûnerên partiyên siyasî re bicive.

Berî niha jî, Rêxistina Hevkarî û Ewlekariya Ewropa dabû xuyakirin, ku ji bo çavdêriya hilbijartinên Tirkiyê, ewê şandekê bişîne wî welatî.

N.O