Hilbijartin bi serê xwe, ne nîşana demokrasiyê ye

Kurd24

Tirkiye diçe yek ji hilbijartinên herî bibandor di tevayiya dîroka xwe de. Yekem car piştî ragihandina Komara Tirkiye (1923), sistema desthilatiyê ya Tirkiye bi tevayî ber bi guherînê de diçe. Bi giştî li cîhana derve, lê bi taybetî li Tirkiye encamên vê hilbjartinê bi meraq tên şopandin.

Birêvebirên siyaseta Tirkiye, çi desthilat, çi rikberî be helkeftina hilbijartinê, pêgeha hilbijartinê bi bîngeha demokrasiyê binav dikin. Encamên hilbijartinê jî, wekî nîşana vîn û iradeya gelê Tirkiye destnîşan dikin. Mixabin di cîhana Kurd de jî, hemberî vê formulasyona nerast, nirxandinek û helwêstek nîn e. Wekî ku, di cîhana siyasî ya Kurd de jî, hatiye pejirandin ku, hilbijartin bîngehek sereke ya demokrasiyê ye û Tirkiye jî, vê sekna demokratîk pêktîn e.

Ev seknek rast e! Nirxandinên di vê çarçoveyê de jî ne rast in!

PIRSA HERÎ GIRÎNG KU, RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÎ Û DOZA KURDISTANÎ LI BAKUR BîNE ZIMAN – DIBE KU NETEWEYEK 25 MILYONÎ JI NÛNERÎTIYA YA BI NAVÊ XWE BÊPAR BE?!.. Ev e xal a sereke lipêş demokrasiyê! Ev a xal a herî girîng a demokrasiyê li Tirkiye ye!

25 milyon Kurd nikarin nûnerên xwe bi navê xwe hilbijêrin! Heta ku ev maf di destê neteweyê Kurd de nebe, hilbijartin li Tirkiye dê çarçoveyek demokratîk wernegirin!

Belê niha Tirkiye diçe hilbijartinan – di Rewşa Awarte de, bi dehhezarên girtiyên ku doz a hemberî wan negihiştiye radeya dadgehê. Biryara tewanbarî an netewaniya wan nehatiye dan! Medya heta astek herî bilind di bin kontrola aliyek de ye. Dengên rexnegîr ên demokratîk tên bêdengkirin. Bi hezaran mirov (bi taybetî Kurd) jiber parvekirinên xwe yên sosyal-medya hatine desteserkirin, binçavkirin, girtin!...

Ev hemû xal – nîşana nedemokrasiya hilbijartinên Tirkiye ye. Lê, ya herî sereke bêparkirina destnîşankirina nûnerên neteweyek zêdeyî 25 milyonan e.

Tevgera Rizgarîxwaz Milli ya Kurdistanê divê vê vê babeta girîng a nebûna mafê demokrat a hilbijartina nûnerên xwe – bigihîne platformên demokratîk ên cîhanê. Heta ku ew maf jî bidest nekeve – di hilbijartinên Tirkiye de cîh negire. Jiber ku ligor vê forma niha ya hilbijartinên Tirkiye, nûnerên tên hilbijartin nûnerên Tirkiye ne, ne nûnerên gelê xwe, ne nûnerên Kurdistanê ne! Di vir de dixwazim pêngavek dewleta Tirk a berî 95 salan bînim bîr a raya giştî. Wê demê bi xwe – Parlementerên bi nave Kurdistanê hebûn, ew yek ji bo wê demê jî pêwistiyek ku desthilatdariya Tirkiye didît bû. Niha 95 salan piştî wê, ger tevgera Kurdistanê wî mafî neyîne rojevê, ew lawaziyek û kemasiyek mezin e.

Helwêstê beşdariya hilbijartinên Parlemento û Serokomariyê bi navê nûnerîtiya herêm û neteweyê xwe – Kurd û Kurdistanê, divê bibe xalek têkoşînê, ku tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê li bakurê Kurdistanê bide pêş xwe…

20 Hezîran 2018