Demirtaş ji NewYork Times re nivîsî: Erdogan ditirse ku ji desthilatê bikeve

Selahedîn Demîrtaş bo NewYork Times gotarek nivîsand û da xûyakirin, AKP û Serokomar Erdogan bi hemû hêzên xwe hewl didin ku, HDP di bin benda hilbijartinê de bihêlin

K24 – Navenda Nûçeyan

Selahedîn Demîrtaş bo NewYork Times gotarek nivîsand û da xûyakirin, AKP û Serokomar Erdogan bi hemû hêzên xwe hewl didin ku, HDP di bin benda hilbijartinê de bihêlin. Demîrtaş got, tenê zîndankirina wî jî, nîşan dide ku, hilbijartinên Tirkiyê di mercên dadwerane de nayên encam dan.

Namzetê HDPê bo Serokomariya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş di gotara xwe da zanîn, ji bilî Erdogan hemû namzetên Serokomariyê xwestin ku, bê azadkirin.  Jiber ku dizanin tometên dijî wî bêbingeh in û eger bi awayek azad bikaribe beşdarî hilbijartinan bibe, dê bikaribe Erdogan lawaz bike.

Demîrtaş da xûyakirin, Erdogan pir ditirse ku, ji desthilatê bikeve û jiber vê yekê, wî di zîndanê de wek barimteyekê siyasî dihêle, lê dîsa jî, ji twîtên wî ditirse, ku jiber twîtan hêzên ewlekariyê di jûra wî de lêgerîn kirin e.

 

 

 

C.B