Perlemana Iraqê ji bo biryara Dadgeha Federalî dicive

Di dawiya vê mehê de, temenê karên endamên berê yên Perlemana Iraqê bidawî dibe û li gorî destûra Iraqê, Perleman nikare temenê xwe dirêj bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro Perlemana Iraqê, ji bo dirêjkirina temenê xwe û gotûbêjkirina biryarên Dadgeha Federalî civînekê lidar dixe.

Di daxuyaniyekê de, nivsîgeha ragihandinê ya Perlemana Iraqê dibêje: Ji bo gotûbêjkirina çend mijaran, îro êvarî Perlemana Iraqê wê civînekê lidar bixîne.

Li gorî hin jêderan, armanca wê civînê dirêjkirina temenê gera bidawî hatî ya perlemanê ye, ku di dawiya vê mehê de, temenê endamên niha yên Perlemana Iraqê bidawî dibe û li gorî destûra Iraqê, Perleman nikare temenê xwe dirêj bike.

N.O