KCK: Erdogan rast nabêje, Rêvebirên me nehatine kuştin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê derbarê axaftinên serokomarê Tirkiyê Erdogan ên gotibû wan civîna berpirsên PKKê bombebaran kiriye daxuyaniyek belav kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê derbarê axaftinên serokomarê Tirkiyê Erdogan ên gotibû wan civîna berpirsên PKKê bombebaran kiriye daxuyaniyek belav kir.

Erdogan berî çend rojan di daxuyaniyekê de ragihand ku wan civîna rêveberiya PKK'ê bombebaran kiriye û 35 rêveberên wan kuştine. KCK'ê di vê derbarê de ragihand ku ti rastiya van daxuyaniyan nîne û ev gava dawî ya Erdogane ku fêm kiriye wê di hilbijartinê de têk biçe.

KCK'ê got ku ev daxuyanî derewek ji bo xapandina xelkê û bangeşeya hilbijartinê ye. KCK'ê diyar kir ku divê gel li hemberî van derewan, Erdogan û partiya wî di sindoqan de siza bikin.

 

 

C.B