Bayik bersiva Erdogan da: Endamekî me jî birîndar nebûye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik da xuyakirin, tiştên ku Serokomarê Tirkiyê di rojên dawî de li ser Qendîlê gotine derew in, heta niha yek endamekî wan jî birîndar nebûye û Erdogan bangeşeya xwe ser derewan dirust dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik da xuyakirin, tiştên ku Serokomarê Tirkiyê di rojên dawî de li ser Qendîlê gotine derew in, heta niha yek endamekî wan jî birîndar nebûye û Erdogan bangeşeya xwe ser derewan dirust dike.

Cemîl Bayik ji medyaya nêzîkî PKKê re axivî û got: “Tirkiye di bin, derew û zext û fişarên mezin de diçe hilbijartinê. Tayîb Erdogan ev çend roj in di meydanên mîtîngê de, derewên mezin dike û civakê dixapîne. Dibêje me Qendîl bombebaran kiriye û di civînê de 35 serkirdeyên PKKê kuştine. Ev ji binî derew e, ne ji rêveberî ne ji şervanan yek hevalê me jî şehîd neketiye. Eger kesek neçarî direwan bûye, diyar e tirsa wendakirinê heye,  tawanên mezin hene, neçar û bêhêz e.”

Got jî: “Niha Tansu Çîller û Mehmet Agar jî kişandine ba xwe peyaman dide nijadperestan û dixwaze civakê bitirsîne. Bi van kiryaran rewabûna hilbijartinan ji holê hatiye rakirin. Divê herkes bizane ku kî deng bide Erdogan, komkujiya kurdan erê dike.”

Demek e artêşa Tirkiyê sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kiriye û dest bi operasyona li dijî Qendîlê kiriye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan berî çend rojan di daxuyaniyekê de ragihand ku wan civîna rêveberiya PKK'ê bombebaran kiriye û 35 rêveberên wan kuştine.

 

S. B