Hevjîna Demîrtaş: Deng bidin Demîrtaş û azadiyê

K24 - Navenda Nûçeyan
Îro Yekşemê 24/6/2018an, Başak Demîrtaş hevjîna berbijarê HDPê ji bo Serokatiya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş, li bajarê Diyarbekir dengê xwe da û ji welatiyan xwest ku herin ser sindoqan û beşdariyê di hilbijartinan de bikin.
Başak Demîrtaş piştî dengdanê ji rojnamevanan re got: "Bi lez herin navendên dengdanê û deng bidin Demîrtaş û azadiyê".
Piroseya hilbijartinên Serokatî û Perlemana Tirkiyê îro demjimêr 8ê sibehê bi dema Hewlêr û Enqerê destpê kir û heya demjimêr 5ê êvarî berdewam dibe.
Li seranserî Tirkiyê, bêtirî 56 milyon kes mafê wan yê dengdanê heye û ji bo wergirtina postê serokkomar 6 berbijar hevrikiyê dikin û li ser 600 kursiyên Perlemanê jî, du hevpeymanî û sê partiyên siyasî di nava hevrikiyê de ne.
Selahedîn Demîrtaş yek ji berbijarên Serokatiya Tirkiyê ye û ev bû bêtirî sal û nîvekê di zindanê de ye.
Demîrtaş di dawîn peyama xwe de got: "Heger HDP derbasî perleman nebe, wê ziyan li tevahiya Tirkiyê bê, lewra piştevanî ji HDPê re, bi wateya piştevanî ji demokrtiyê re ye".
N.O