Demîrtaş di zindanê de deng da

Demîrtaş: Me jî deng da û em bihêvî ne hilbijartin biaramî biqedin û di berjewendiya demokratiyê de bin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berbijarê HDPê ji bo Serokatiya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş, ku bêtirî sal û nîvekê di zindanê de ye, îro beşdarî hilbijartinan bû û di zindanê de dengê xwe da.

Demîrtaş li ser Twitterê, wêneyekî xwe li gel perlemanterê zindankirî yê HDP Ebdella Zeydan belav kir û nivîdand: Me jî deng da û em bihêvî ne hilbijartin biaramî biqedin û di berjewendiya demokratiyê de bin û em di wê baweriyê de ne, ku encam wê gellekî baş bin.

Îro jî Başak Demîrtaş hevjîna Selahedîn Demîrtaş, li bajarê Diyarbekirê dengê xwe da û ji welatiyan xwest ku herin ser sindoqan û beşdariyê di hilbijartinan de bikin.

Başak Demîrtaş piştî dengdanê, di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: "Bi lez herin navendên dengdanê û deng bidin Demîrtaş û azadiyê".

Piroseya hilbijartinên Serokatî û Perlemana Tirkiyê îro demjimêr 8ê sibehê bi dema Hewlêr û Enqerê destpê kir û heya demjimêr 5ê êvarî wê berdewam be.

Li seranserî Tirkiyê, nêzîkî 60 milyon kes mafê wan yê dengdanê heye û ji bo wergirtina postê serokkomar 6 berbijar hevrikiyê dikin û li ser 600 kursiyên perlemanê jî, du hevpeymanî û sê partiyên siyasî di nava hevrikiyê de ne.

Selahedîn Demîrtaş yek ji berbijarên Serokatiya Tirkiyê ye û ev bû bêtirî sal û nîvekê di zindanê de ye.

Demîrtaş di dawîn peyama xwe de got: "Heger HDP derbasî perleman nebe, wê ziyan li tevahiya Tirkiyê bê, lewra piştevanî ji HDPê re, bi wateya piştevanî ji demokirtiyê re ye".

N.O