Demîrtaş yekem peyama piştî hilbijartinan belav kir

Di hilbijartinên 24/06/2018an de, HDP karî bêtirî 11% ji dengan bidest bixe û 67 kursiyên Perleman misoger bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî derketina encamên destpêkî yên hilbijartinên Tirkiyê û derbaskirina rêjeya 10% ji aliyê HDPê ve, hevserokê berê yê wê partiyê Selahedîn Demîrtaş, li ser Twittera xwe nivîsand: "Destpêkê ez hêvîdar im encamên hilbijartinan cihê hêviyê bin. Ez pîrozbahiyê li hemû welatiyên welatê xwe dikim ku deng dan. Gellek sipasiya hemû hevalên xwe dikim ku qurbaniyek mezin dan".

Demîrtaş derbarê serketina HDP got: "Tevî fişar û rewşa dijwar. Ez pîrozbahiyê li HDPê dikim ku karî rêjeya 10% derbas bike û silavan li wan kesan dikim ku li kêleka HDP bûn. Ev destkefteke mezin e ji HDP re ku beşdariyê di Perleman de bike".

Di hilbijartinên 24/06/2018an de, HDP karî bêtirî 11% ji dengan bidest bixe û 67 kursiyên Perleman misoger bike.

N.O