Rêveberiya Xweser: Me ti carî diyalog bi rêjîma re red nekiriye

Piştî daxuyaniya Serokê Sûriyê Beşar Esed a dibêje ku ewê di riya destpêşxeriya lihevhatina niştimanî re herêmên Kurdî kontrol bikin. Rêveberiya Xweser tekez dike, ew Rojavayê Kurdistanê radestî rêjîmê nakin, lê ew bi erînî li destpêşxeriyên lihevhatinê dinêrin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Piştî daxuyaniya Serokê Sûriyê Beşar Esed a dibêje ku ewê di riya destpêşxeriya lihevhatina niştimanî re herêmên Kurdî kontrol bikin. Rêveberiya Xweser tekez dike, ew Rojavayê Kurdistanê radestî rêjîmê nakin, lê ew bi erînî li destpêşxeriyên lihevhatinê dinêrin.

Serok komarê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîneke xwe de ragihand, wan dest bi destpêşxariya lihevhatina niştimanî kirine ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê kiriye, di nav de jî Kurd. Berpirsên Rêveberiya Xweser didin zanîn ku ew bi erînî li destpêşxeriyên bi vî rengî dinêrin, lê ne bi awayê rêkeftinên ku li Sûriyê rû dane û tê de herêm hatine radestkirin û guhertina demoxrafî hatiye pêkanîn.

Hevserokê Desteya Karûbarên Deve li Cizîrê Ebdilkerîm Omer li ser daxuyaniya Esed ji K24ê re got: “Em berê jî pê re bûn, me ti carî giyalog bi ne bi opozîsyonê û ne bi rêjîmê re red nekiriye. Dawî car di dawiya sala 2016an de li navenda Himêmîmê hevdîtin di navbera me de çê bû, wê demê rêjîm ji çareseriyê re ne amade bû. Îro jî û sibe jî em vekirî ne, li dawiyê pirsgirêka Sûrî jî gerek e bi riya Sûriyan re û bi awayekî demokratî û aştiyane bê çareserkirin. Ew tiştê li deverên din çê bûne, ew çareserî ye û ti cara jî çareseriyê bi xwe re nayine.”  

Ji aliyê xwe ve, hin şirovakarên siyasî dûr dibînin ku rûbirûbûna leşkerî di navbera rêjîma Sûriyê û hêzên bi ser Rêveberiya Xweser de di demên pêş de çê bibe. Herwiha didin zanîn ku hin hevdîtinên veşartî têne lidarxistin, lê ne diyar e ku encamên wê dê li gorî daxwazên Rêveberiya Xweserbin yan na.

Şîrovekarê Siyasî Ekrem Hisên di vê derbarê de dibêje: “Tekez wê rêkeftinek li ser vê danûstandinê û li ser lihevhatinê hebe. Ev daxuyaniyên ji Serokomarê Sûriyê ve tên kirin, bi baweriya min di çarçova propaganda de ne, ew bi hêvî dike ku çareseriyek di vê pirsgirêka ku di navbera wî û xweseriya demokratî de heye çê bibe û ev rewşa leşkerî di vê herêmê de peyda bûye, lê daxuyaniya wî di aliyê gurkirinê de, ew propaganda ye û bicih nabe, ji be rev herêm rasterast Amerîkî serperiştiya wê dikin”

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîna xwe de got jî, tevî ku xaka Sûriyê parçekirî ye, lê gelê wê yekgirtî ye. Herwiha amaje bi wê jî kir, heger bi lihevkirinê çareserî çê nebe, ew neçar in ku bi riya şer çareser bikin.